Li ser kuştina mêrê Zeynebê herkesê li qonaxê mat maye. Çavên her kesî li ser Celal Axa ne. An dê şer gurr bibe, an jî dê berdêla xwînrijandinê bê were dayîn. Gelo Celal Axa dê bi Letîf Beg re silhê bike? Raziye vedigere Dara Reş û dixwaze Sultanê razî bike ku ew dev ji çêkirina bendavê berde. Lê Sultan, berevajî vê yekê dixwaze zûtir projeya bendavê çêke. Sultan nexşerêyeke nû eşkere dike. Gelo ev nexşerêya nû dê çawa hevsengiya hêzê li “Dara Reş” biguherîne? Omer dixwaze Merdo rizgar bike û dikeve nav liv û tevgerê. Bi piştgiriya Sultanê rêyeke nû li ber Omer vedibe. Omer û Sultan biryar didin ku ber bi armanceke hevpar ve biçin. Êdî ji bo wan rizgarkirina Merdo wekî guhertina çarenûsa Dara Reş e.


