Dara Reş

Dara Reş

Dara Reş Beşa 1.

“Dema li cihekî bedewî hebe, li wir her dem şer û pevçûn jî heye”. Meseleya Dara Reş jî bi hatina xortekî ji Heranê dest pê dike. Celalê Heranî, ji bo dest danîna ser axekê piçûk, ji şewitandin û wêrankirinê, heta ji kuştina mirovan jî texsîr nake. Ew bi serê xwe hemû axayan ji holê radike. Ango xulamekî ku nû hatiye navçeyê, dibe axayekî xwedî erdên fireh û bihêz. Li herêmê Osman Axa jî ji zilma Celal Axa para xwe digire. Jinên her du axayan, Raziye (jina Osman Axa) û Asiye Xatûn (jina Celal Axa) ducanî ne û her du jî di heman demê de zarokan tînin dinyayê. Dema ev herdu zarokên bi navên Omer û Sultan tên dinyayê çarenûsa navçeyê jî bi xwe re diguherînin. Sal derbas dibin. Omer dibe xortekî hezkirî û ji bo geşkirina navçeyê bi can û dil dixebite. Lê di nav herêmê de dema hêştir mexel were ew wekî nîşana bêxêriyê tê dîtin û mîna nîşaneya bahozeke nêzîk xuya dike. Sultan jî piştî salan, bi nûçeyeke nebixêr vedigere navçeyê. Bi vî awayî, çarenûsa Omer û Sultan careke din bi hev re tê girêdan. Rêzefîlm behsa salên navbera 1950 û 1970yî dike û tê de çîroka însan û axê radixe ber çavan.