Omer û Sultan bi dildarî hewl didin ku Merdo xilas bikin. Têkiliya her du aşiqan nîşan dide ku rojek dê were û sirra Asiye û Raziyeyê dê eşkere bibe. Ji bo ku zarokên xwe biparêzin, her du dayik li hev dikin ku wan ji hevûdu veqetînin. Li ser vê yekê Asiye ligel malbata xwe diçe Qonaxa Devranoglu. Bi hewl û xîretên Omer, Siltan û Gulnazê delîlên nû diçin ber destê dadgehê û ev yek hêviyekê dixe nava dilê Merdo. Lê Letîf Beg li hemberî vê yekê bêdeng namîne.


