Dara Reş

Dara Reş

Dara Reş beşa 4

Sultan derbarê mirina Osman Axa de axivîbû û Merdo teslîmî Letîf Beg kiribûn. Van bûyeran hêviyên Omer yek bi yek têk birin. Merdo gav bi gav ber bi înfazê ve diçû. Omer qerar da ku wî xilas bike û li gorî xwe planek çêkir. Sultan dibîne di landika ku bavê wê çêkirîbû de, hîkmetek heye. Dikeve pey wê û dibîne ku ev landik xwedî hîkmet û sireke mezin e. Sultan nagihêje vê sirê û diçe ba Asiyeyê. Jinek jî heye ku ji bo vê sirê gef li Asiyeyê dixwe. Asiyeya reben ji aliyekî ve li dijî vê jinikê li ber xwe dide ji aliyê din ve jî hewl dide ku pirsên Sultanê yên zehmet bibersivîne. Calal Axa û kurê wî yê bitenê Omer li hev nakin. Celal Axa dibîne ku kurê wî êdî bi gotina wî nake, bi vê yekê re helwesta xwe diguherîne. Ji bo ku Ömer ji dest wî neçe li dijî Letîf Beg radibe. Latif Beg vê yekê weke heqaretekê dibîne û tiştekî wisa dike ku li welatê Dara Reş êdî her tişt ji binî ve diguhere.