Bernameya Dengbêj roja şemiyê di saet 20.00an de li studyoyên TRT Kurdî yê bi çand û kelepora muzîka Kurdî tê ser ekranê.
Bernameya Dengbêj di nav xwe de, çand, keleporên bi sedan salî, çîrok û nêrîtiyên serborî, evîn û destanên dîrokî dihewîne ku di muzîka Kurdî de gelekî giring in. Dengbêj vegotina destanên hezar salî ye.
Ji Türkiye, Bakurê Iraqê, Rojava, Rojhilat û ji bajarên Ewropayê gelek kes beşdarî bernameya Dengbêj dibin. Ew kedkarên ku li ser dengbêjiyê kar û xebatan dikin jî wek mêvan tên gazîkirin.
Li gor daneyên temaşekirinê bernameya Denbgêj ji xeynî bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilat li metropolên Türkiyeyê jî gelekî tê temaşekirin. Herwiha bername li welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê jî ji aliyê girseyeke mezin tê temaşekirin.
Wexta Wesanê: Şemî 20.00

