Dengbêj

Dengbêj beşa 272

Muzîk hevsengiya rîtmîk a siruştê ye. Dengbêj jî deng û awaza vê hevsengiyê ya li erdnîgariyê Kurdan e. Di Dengbêjiyê de her kilam dibe melodî û awazek. Carna êşa evînê,carna lorîna tenêtiyê, gelek caran dibe sembola bêkesiyê û pir caran jî dibe erjengiya bêwariyê. Carna êşa evînê, carna lorîna tenêtiyê, gelek caran dibe sembola bêkesiyê û pir caran jî dibe navê bêwariyê. Dengbêjî bi wan derûniyan ji qirika dengbêjan derketiye û heta hatiye asta nemiriyê...Bernameya Dengbêj (Ozan) mesele û serpêhatiyên bav û kalan bi dengê nevî û nevîçirkan tîne ser ekrana we. Her kilam xwediyê serpêhatiyeke cuda ye. Di bernameyê de qala bêjerên kilaman jî tê kirin. Bernameya Dengbêj di vê beşê de li bajarê Taşlıçay'a Ağrı'yê bi konsereke taybet hat ser ekrana we. Di konsera Dengbêj de, Dengbêj Heqê, Metin Barlık, Mihemedê Agirî, Kemal, Yavuz, Cesîm û Gülümser Xanima keça Dengbêj Kemal klamên ji hev xweştir gotin.