Dengbêj

Dengbêj beşa 287

Muzîk hevsengiya rîtmîk a siruştê ye. Dengbêj jî deng û awaza vê hevsengiyê ya li erdnîgariyê Kurdan e. Di Dengbêjiyê de her kilam dibe melodî û awazek. Carna êşa evînê,carna lorîna tenêtiyê, gelek caran dibe sembola bêkesiyê û pir caran jî dibe erjengiya bêwariyê. Dengbêjî bi wan derûniyan ji qirika dengbêjan derketiye û heta hatiye asta nemiriyê...Bernameya Dengbêj (Ozan) mesele û serpêhatiyên bav û kalan bi dengê nevî û nevîçirkan tîne ser ekrana we. Her kilam xwediyê serpêhatiyeke cuda ye. Di bernameyê de qala bêjerên kilaman jî tê kirin. Mêvanên vê beşê Dengbêj Keremê Panosê, Elfesiyayê Xamûrî, Enesê Beyro, Hekê, Mihemedê Agirî û Doç. Dr. Metin Barlık bûn.