Nazdar

Nazdar beşa 2

Yılmaz bi Çeto re, Hesen jî bi Fîraz re dixeyide. Hevdîtina wan qedexe dikin. Hafîza Sîyamed hê jî ne li cîh e. Nizane kû kîye . Fatê û Gûlê di miraqê de ne da ku ev kes kîye ku hatîyê bajêr. Zînê dizane lê tiştek nabêje . Omer, ji hevdîtina Zînê û Sîyamed maneyekê derdixe û dikive nav fikaran. Ji Sîyamed dipirse, lê tiştek nayê bîra wî .Omer ji Sîyamed re dibêje, ne bi aqilê xwe , bi dilê xwe bifikire. Pismam, bi dizî hev dibînin. Ehmedo, daîma li du şopa Sîyamed e. Omer, Sîyamed li bajê digerîne lê dîsa jî tiştek nayê bîra Sîyamed. Omer û Sîyamed leqayê Zînê tên, hinek sohbetê dikin. Çîroka kû Zînê bahs dike, hîn tiştan tîne hişê Sîyamed. Lê hê jî ne zelal e . Hesen bi Fîraz re dixeyide, Ya rast ew e kû, Fîraz dixwaze deynê Hesen bide. Bihar dixwaze kû vê yekê bibêje lê Fîraz naxwaze. Gulê bi Zînê re ji dil u can xeber dide. Zînê tiştek nabêje . Bihar, dawîyê bi girîn hemu tiştan ji Hesen re dibêje . Di dawîya beşê de, hafîza Sîyamed bi dîtina xar a tê cîh. Bi navê Zînê, gazî wê dike. Zînê jî êdî fam dike kû ew Sîyamed e .