Nazdar

Nazdar beşa 1

Li bajêr mirovekî ji ber faqîrbunê ku nikare bizewice heye, Omer, ji kîsê xwe hinek pere datîne ber derîyê wî kesî . Omer li bajêr , kesên ku rewşa wan a aborî xirab be re, bi dizî alîkarîyê dike. Omer wexta ku vedigere mala xwe , li golê çav bi Sîyamed dikeve. Wî distîne mala xwe û lê xwedî deredikeve. Li bajêr hazirîya dawetê heye. Lê herkes dibê qey Sitqî û Yılmaz dawetê çêdikin.Yılmaz û Hesen birayê hevin lê ji hev xeydanin. Ew naxwazin da kû zarokên wan jî hev bibînin.Lê zarok bi dizî hev dibînin. Îbo him, Yılmaz him jî Hesen dixapîne, bi herduyan re jî têkilîya wî heye lê ji herduyan re jî dibêje ez bi yên din re xeber nadim. Derew yek bi yek derdikevin holê.  Zînê, dîsa nameyan dinivîse ji Sîyamed re lê naşîne.  Gulê ji bo Zînê gelekî xemgîn dibe. Jî Fatê re derdê dilê xwe vedike . Hesen bi malbatî mirovek feqîre loma jî ji bo dawetê kinc nabîne ji bo xwe û ji bo malbata xwe . Bi alîkarîya Çeto kincan peyde dike. Hesen û malbata xwe diçine dawetê. Sîyamdê ku li cem Omer e bi ser hişê xwe tê lê hafîza wî nayê cîh , nizane kîye.  Omer û Sîyamed jî têne dawetê.  Zînê eşqa xwe a mazin Sîyamed li dawetê dibîne.