Wext Çawa Derbas Bû

Wext Çawa Derbas Bû beşa 408

Her reng û dengên veşartî yên jiyana mirovên xwedan tecrube di bernameya Wext ÇawaDerbas Bû de tên ser ekrana TRT Kurdi TV'yê. Pîrejin û kalemêr li çar aliyê welêt, li deverên cuda, di bernameya Wext Çawa Derbas Bû de serpêhatiyên xwe wek jiyanên mînak ji temaşevanan re parve dikin. Şahidên kedkar ên dergehên veşartî, bi çîrokên xwe yên nepen ên demên veşartî dibin rêwiyên vê bernameyê. Hacî Hasan TURANLI xelkê Norşina Bitlis'ê ye û ciranê mala Şêxên Norşinê ye. Ev 20 sal in li İpsalaya Edirneyê dijî. Wî zarokatî û xortanîya xwe li Norşinê, 15 salên xwe li İstanbolê derbas kiriye. Serpêhatiya Turanlı di bernameya Wext Çawa Derbas Bû’yê de hat ravekirin.

Beşên Din :