Wext Çawa Derbas Bû

Wext Çawa Derbas Bû beşa 405

Her reng û dengên veşartî yên jiyana mirovên xwedan tecrube di bernameya Wext ÇawaDerbas Bû de tên ser ekrana TRT Kurdi TV'yê. Pîrejin û kalemêr li çar aliyê welêt, li deverên cuda, di bernameya Wext Çawa Derbas Bû de serpêhatiyên xwe wek jiyanên mînak ji temaşevanan re parve dikin. Şahidên kedkar ên dergehên veşartî, bi çîrokên xwe yên nepen ên demên veşartî dibin rêwiyên vê bernameyê. Ji Diyarbekirê Ahmed Uzutê 85 salî vê heftiyê bû mêvanê Wext Çawa Derbas Bû'yê. Salên zarokatiya wî rastê salên xelayê tê û biçûkatiya xwe di nav tunebûnê de derbas dike. Uzut, ji bo debara xwe bike, di binê erdê de kevirên aşan derxistine û gellek qeza bela hatine serê wan. Uzut, ji TRT KURDî'yê re behsa serpêhatiya xwe kir.

Beşên Din :