Wext Çawa Derbas Bû

Wext Çawa Derbas Bû beşa 401

Mêvanê vê heftiyê yê Wext Çawa Derbas Bû'yê ji gundê Taşliya Eliyê Miho yê Siverek'a Şanlıurfa'yê Eyüp Bozkoyun e. Bavê wî rûspî, zana û telebeyê Bediuzzaman Seîdê Kurdî/Nursî bû. Bozkoyun, digel perwerdeyeke hindik 4 zimanan dizane û bi xîreta xwe van zimanan hîn bûye. Herwiha ew li erbanê dixe û qesîdeyan dixûne. Ew, berê meraqdarê nêçîrê bûye û wî tajiyên xwe wekî mirovekî û gelek baş xwedî kiriye. Bozkoyun, tajiyan birîye doxtor û roja ku tajî dimirin bona wan merasîma binaxkirinê li dar xistiye. Bozkoyun ji TRT KURDî’yê re behsa serpêhatiyên xwe kir.

Beşên Din :