Mêvanê vê beşê yê Wext Çawa Derbas Bû'yê ji Adana’yê, nevîyê Evdalê Zeynikê Mehmet Alıçê 75 salî bû. Ew, ji Kızılayê teqawîd bûye, dengbêj e û bi piranî stranên kalikê xwe Evdalê Zeynikê distire. Alıç, behsa eşîr û serpêhatiya xwe û serpêhatiyên Evdalê Zeynikê kir. Herwiha çend klamên kalikê xwe sitirî.