Wext Çawa Derbas Bû

Wext Çawa Derbas Bû beşa 398

Mêvanê vê beşê yê Wext Çawa Derbas Bû'yê (Vakit Nasıl Geçti) ji Erdîşa Wanê, ji eşîra Bekirîyan, pismamê Mêrxasê navdar Reşoyê Silo, Hüsameddin Altaşê 87 salî ye. Altaş, di 32 saliya xwe de diçe Edeneyê û dema Yılmaz Güney fîlma Seyîdxan dikişîne, 3 meh li cem wî dixebite û di fîlmê de dilîze. Altaş, pişt re diçe Akbuka Aydinê û li vir bi salan masîgeriyê dike. Apê Hüsameddin 50 sal in li Akbuka Aydinê dijî û teqawîd bûye. Em, li ber perava Behra Spî rûniştin û wî behsa jiyana xwe, ya bavê xwe, ya Yılmaz Güney, ya Reşoyê Silo kir. Herwiha behsa Geliyê Zîlan.

Beşên Din :