Mêvanê vê heftiyê yê Wext Çawa Derbas Bû'yê (Ömür Nasıl Geçti) Celal Düzenli bû. Ew bi eslê xwe ji Patnos'a Ağrı'yê ye û zêdeyî sih sal in ku li Datça'ya Muğla'yê dijî. Ew ji Eşîra Heyderan e û xizmê Kor Huseyîn Paşa ye. Mêvanê bernameyê Celal Düzenli behsa serpêhatiya xwe, eşîra xwe, Kor Huseyîn Paşa û welatiyên Kurd yên li Muglayê dijîn kir.