Her reng û dengên veşartî yên jiyana mirovên xwedan tecrube di bernameya Wext ÇawaDerbas Bû de tên ser ekrana TRT Kurdi TV'yê. Pîrejin û kalemêr li çar aliyê welêt, li deverên cuda, di bernameya Wext Çawa Derbas Bû de serpêhatiyên xwe wek jiyanên mînak ji temaşevanan re parve dikin. Şahidên kedkar ên dergehên veşartî, bi çîrokên xwe yên nepen ên demên veşartî dibin rêwiyên vê bernameyê. Mêvanê vê hefteyê yê bernameya Wext ÇawaDerbas Bû’yê ji Gaziantep'ê İbrahim Evyapan bû. İbrahim Evyapan behsa serpêhatiya jiyana xwe kir.