Bernameya Seyda, çanda medreseyan a li herêmê rave dike û balê dikişîne ser girîngiya van saziyan. Di her beşeke xwe de qala model, karûbar û avabûna medreseyeke cuda dike. Herwiha girîngiya berdewamiya çanda medreseyan jî tê bilêvkirin. Seyda her hefte roja pêncşemê tê ser ekrana TRTKurdî’yê. Seyda di vê beşe de li gundê Gayda’yê yê navçeya Hizan’a Bitlis’ê bû. Mêvanên bernameyê seyda Mele Arif Toder û feqî û şakirdên wî bûn. Seyda Tedor li ser jiyana Hezretê Musa eleyhîselam û meseleyên fikhî axivî. Wekî din di bernameyê de Qurana Pîroz hate xwendin û îlahî û qesîdeyên bijarte jî hatin gotin.