Rêwî

Rêwî beşa 336

Bernameya Rêwî (Yolcu) bernameyeke geşt û gerê ye û dever bi dever digere, kevneşopî, çand û hunera wî derî bi awayekî zelal tîne ser ekrana we. Di bernameyê de bi rûspiyên Kurd re jî hevpeyvîn tên kirin. Bernameya Rêwî Yolcu vê heftiyê ji gundê Uzunpınar yê girêdayê Navçeya Boztepe'ya Kırşehir'ê hat pêşberî temaşevanên xwe. Xelkê vî gundî bi taybetî bi heywandariyê debara mala xwe dikin, hin ji wan jî awayekî din. Me hem bi gundiyan re sohbet kir, hem jî çand, huner û jiyana wan a rojane anî ser akranê.