Rêwî

Rêwî beşa 334

Bernameya Rêwî (Yolcu) bernameyeke geşt û gerê ye û dever bi dever digere, kevneşopî, çand û hunera wî derî bi awayekî zelal tîne ser ekrana we. Di bernameyê de bi rûspiyên Kurd re jî hevpeyvîn tên kirin. Rêwî Yolcu vê heftîyê ji gundê Mahmudiye yê Nîksar’a Tokat’ê hat ser ekranê. Di vê beşê de, çîroka malbatekê ku 150 sal berê ji Batum’ê koçkirine Mahmudiye’yê hat ravekirin. Herwiha kevneşopiyên gund ên berê û sohbetên germîn yên bi gundiyan re li benda temaşevanên xwe bû.