Dengbêj

Dengbêj beşa 282

Muzîk hevsengiya rîtmîk a siruştê ye. Dengbêj jî deng û awaza vê hevsengiyê ya li erdnîgariyê Kurdan e. Di Dengbêjiyê de her kilam dibe melodî û awazek. Carna êşa evînê,carna lorîna tenêtiyê, gelek caran dibe sembola bêkesiyê û pir caran jî dibe erjengiya bêwariyê. Bernameya Dengbêj (Ozan) mesele û serpêhatiyên bav û kalan bi dengê nevî û nevîçirkan tîne ser ekrana we. Her kilam xwediyê serpêhatiyeke cuda ye. Di bernameyê de qala bêjerên kilaman jî tê kirin. Mêvanên vê beşê Dengbêj Sidîqê Şêxûliya, Mehemedê Şêxûliya, Kesê, Hekê, Mihemedê Agirî û Metin Barlık bûn.