Dengbêj

Dengbêj beşa 280

Muzîk hevsengiya rîtmîk a siruştê ye. Dengbêj jî deng û awaza vê hevsengiyê ya li erdnîgariyê Kurdan e. Di Dengbêjiyê de her kilam dibe melodî û awazek. Carna êşa evînê,carna lorîna tenêtiyê, gelek caran dibe sembola bêkesiyê û pir caran jî dibe erjengiya bêwariyê. Bernameya Dengbêj (Ozan) mesele û serpêhatiyên bav û kalan bi dengê nevî û nevîçirkan tîne ser ekrana we. Her kilam xwediyê serpêhatiyeke cuda ye. Di bernameyê de qala bêjerên kilaman jî tê kirin. Mêvanên vê beşê Hecî Medenî, Miraz, Hekê, Mihemedê Agirî û Metîn Barlık bûn.