Dengbêj

Dengbêj beşa 276

Muzîk hevsengiya rîtmîk a siruştê ye. Dengbêj jî deng û awaza vê hevsengiyê ya li erdnîgariyê Kurdan e. Di Dengbêjiyê de her kilam dibe melodî û awazek. Carna êşa evînê,carna lorîna tenêtiyê, gelek caran dibe sembola bêkesiyê û pir caran jî dibe erjengiya bêwariyê. Carna êşa evînê, carna lorîna tenêtiyê, gelek caran dibe sembola bêkesiyê û pir caran jî dibe navê bêwariyê. Dengbêjî bi wan derûniyan ji qirika dengbêjan derketiye û heta hatiye asta nemiriyê...Bernameya Dengbêj (Ozan) mesele û serpêhatiyên bav û kalan bi dengê nevî û nevîçirkan tîne ser ekrana we. Her kilam xwediyê serpêhatiyeke cuda ye. Di bernameyê de qala bêjerên kilaman jî tê kirin. Dengbêj Zeki, Hacî Seîd, Bedîh, Hekê, Mihemedê Agirî û Metin Barlik mêvanê vê beşe bûn.