Bêhnok

Bêhnok beşa 45

Di vê beşa bernameya Bêhnokê de Nivîskar Ferîde Mîrzayî derbarê pirtûk û romanên xwe de sohbeteke xweş kir. Mîrzayî behsa rabirdû û di civatê de mafên jinan kir. Xweşnivîs Feramerz Mucavêrî jî derbarê hunera xwe xetatî yanê xweşnivîsînê de û pênûsên ku bikar tîne me agahdar kir. Mêvanê din Xwendekar Ferheng Aryanijad jî ji me re behsa pirtûka ku herî zêde jê hez dike kir… Aryanijad, li ser di civakê de bandorên pirtûkxwendinê rawestiya û li gorî xwe berhemên hunerî yên herî bibandor vegot. Wekî din Dengbêj Şahpûr Dudkanlû û Kamiran Dudkanlû klam û stranên jihev xweşiktir stiriyan…