Bêhnok

Bêhnok beşa 28

Bêhnok (Virgül) bernameyeke çand û edebiyata Kurdî ye. Di bernameyê de ligel nivîskarên cuda li ser xebatên Kurdî sohbet tên kirin. Wekî din sehafên cuda tên nasandin û çîroka weşanxaneyên ku ji bo welatê me wek qonax in, yek bi yek tên vegotin. Di vê beşe de Mamosta-nivîskar Şevket Sindî, nivîskar Rêvan Berdan Moranî û Rêvebirê Pirtûkxaneya Zaxoyê Ferman Şukir Silêman bi pêşkêşvaniya Barzan M.Ali li ser xebatên çand û Edebiyata Kurdî de peyîvîn.