Bêasteng

Bêasteng beşa 41

Bernameya 'Bêasteng’ (Engelsiz) her hefte roja şemiyê di saet 18.25an de li ser ekranên TRT Kurdî li pêşberî we ye... Di bernameyê de serpêhatiya serfiraziya kesên astengdar tê ravekirin. Bi taybetî ji herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê jiyana wan kesên astengdar tê vegotin ku di şert û mercên gelek zehmet de têkoşînên mezin nîşan dane û serkeftinên gelek mezin bi dest xistine tîne ser ekranê. Mêvana vê hefteyê ya bernameya Bêasteng (Engelsiz) ji Rihayê hosteya destkariyê Fatma Demir e. Demir dibêje ''Xîret hemû astengiyan beralî dike. Eger min xîret nekiriya min nedikariya bi ser bikevim''