Bêasteng

Bêasteng beşa 40

Bernameya 'Bêasteng’ (Engelsiz) her hefte roja şemiyê di saet 18.25an de li ser ekranên TRT Kurdî li pêşberî we ye... Di bernameyê de serpêhatiya serfiraziya kesên astengdar tê ravekirin. Bi taybetî ji herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê jiyana wan kesên astengdar tê vegotin ku di şert û mercên gelek zehmet de têkoşînên mezin nîşan dane û serkeftinên gelek mezin bi dest xistine tîne ser ekranê. Mêvanê vê hefteyê yê bernameya Bêasteng'ê Sporvanê Tîma Amputeyê ya Kulûba Spora Astengdaran a Şaredariya Batmanê İzzettin Başaran e. Başaran wê behsa serpêhatî û serkeftina xwe bike.