Rêwîtiya Rojhilat

Rêwîtiya Rojhilat

Di vê bernameyê de behsa serpêhatiya jiyana kesên ku hêj wekî gelek kurdên li Tirkiyeyê bi  Kurmancî diaxivin, lê  heyamekê ji ber hin sedemên polîtîk, siyasî û beşerî ji me dûr bûne tê kirin ku li Xorasan û bajarên derdora wê li bakûrê rojhilatê Îranê li ser sînorên Tirkmenîstan û Efxenîstanê bi cih bûne.
Ev vegotin dê car caran bi dîtbarî û nirxên estetîk ên zimanê belgefîlmê bi pêş ve biçe.

Car caran jî di çarçoveya bernameyeke wekî geşt û gereke înteraktîf de ku em jî di nav wê de mêvan in, dê taybetmendiyên jiyanê yên hûnerî, çandî û xwezayî yên hemneteweyên me yên Kurd dê bên ser ekranê ku em wan merak dikin û li welatên gelek ji me dûr dijîn.

Bi bernameya Rêwitiya Rojhilat, êdî dê haya me ji wan insanên delal hebe ku  karin bibin hunermendên herî navdar ên muzîka kurdan, helbestvanên herî baş ên helbesta kurdan û destkarên herî baş ên hunera kurdan. Ew ên ji çavan dûr in dê bi vê bernameyê êdî ewqas dê ne li dûrî me bin.

.....

Rêwetiye Rojhilat programı bir zamanlar bizden herhangi politik, siyasi ya da beşeri sebeplerle uzaklaşıp İran'ın en kuzeydoğusun ‘da Türkmenistan ve Afganistan sınırıdanki Horosan eyaleti ve çevre illerine yerleşmiş olan ve halen Türkiye'deki Kürtlerinin birçoğu gibi Kurmanci konuşanların hayat hikâyelerini anlatmaktadır. Bu anlatım zaman zaman belgesel dilinin estetik değeri ve görselliği ile ilerleyecek. Zaman zaman da bizzat bizleri içine alan konukluklarla interaktif bir gezi programı yapısında dönüşerek uzak diyarlarda yaşayan Kürt soydaşlarımızın merak ettiğimiz kültürel, sanatsal ve doğal yaşam özelliklerini ekrana taşıyacaktır. Birçoğu Kürt müziğinin en meşhur isimleri, Kürt şiirinin en iyi şairleri, Kürt el sanatlarının ve doğal süslemenin en iyi sanatçıları olma potansiyeli taşıyan bu güzel insanlardan habersizliğimizi ve uzaklığımızı Rewîtiya Rojhalat programı sayesinde gidermiş olacağız...
 

Wexta Wesanê: 16.25