Peyama Işqê

Peyama Işqê beşa 4

Bê guman dengê herî bilind di dîwana kilasîkên me da dengê 'eşqê ye, û di dîroka edebîyata Kurdî de dîwana herî navdar dîwana Melayê Cizîrî ye. Dema Melayê Cizîrî, Peyama Işqê (Aşk Mektupları) bi riya dîwana xwe digîhine me, bê guman ew peyam zelaltir û bi hêztir dibe. Klasîkên Edebiyata Kurdî di bin ronahiya Dîwana Melayê Cizîrî de yek û yek tên nasandin û şîrovekirin. Bi dîtina Melayê Cizîrî (mihnet) cewherê (muhbet)ê ye, û muhbet û mihnet mijara serekî ya wê şi'ra Melayê Cizîrî ye. Gelo muhbet di rastîya xwe da çîye? çi esl û binyat bo hene? kengî ew peydabûye? û piştî ew keftîye di qalbê sûretî da ew bûye çend beş? (ey nesîmê sibehê) û (ey nesîmê seherê) du qesîdeyên cuda yên Melayê Cizîrîne, ya duyê jî layê mîr Îmadeddînê Hekarî ve hatbû texmîskirin, û behs jê hat kirin. Ya din jî ji layê şa'irekê me yê dî ve hatîye tesdîskirin ew jî Remezanê Cizîrî ye. Remezanê Cizîrî kî bû, û çi peywendîya wî bi Melayê Cizîrî ve heye? û çi berhemê wî hene? di vê beşê ev yek hatin nirxandin. Bernameya Peyama Işqê (Aşk Mektupları) bi pêşkêşvaniya Muhammet Ateş û bi nirxandinên Nivîskar û Mamosta Tehsîn İbrahim Doskî, li ser ekrana TRTKURDî'yê bû.