Peyama Işqê

Peyama Işqê beşa 2

Bê guman dengê herî bilind di dîwana kilasîkên me da dengê 'eşqê ye, û di dîroka edebîyata Kurdî de dîwana herî navdar dîwana Melayê Cizîrî ye. Dema Melayê Cizîrî, Peyama Işqê (Aşk Mektupları) bi riya dîwana xwe digîhine me, bê guman ew peyam zelaltir û bi hêztir dibe. Klasîkên Edebiyata Kurdî di bin ronahiya Dîwana Melayê Cizîrî de yek û yek tên nasandin û şîrovekirin. Bernameya Peyama Işqê (Aşk Mektupları) bi pêşkêşvaniya Muhammet Ateş û bi nirxandinên Nivîskar û Mamosta Tehsîn İbrahim Doskî, li ser ekrana TRTKURDî'yê bû. Mela medhên xwe û şi'ra xwe dike. Eger mirovek medhên xwe bi tiştekî bike, em dibêjîn, eve karekî baş nîne. Belê gava em dîwanên hindek şêxên şa'ir yên wekî Melayê Cizîrî dixwînîn, em dibînîn gelek caran ew zêde medhên xwe diken. Erê vê meselê em ê çawa şirove bikin? Belê gelo çi şi'r û dîwanên Melayê Cizîrî hebûne ku bi vî awayê medh û pesnê xwe bi wan dike. Em di vê beşê de li ser vê mijarê sekinîn.