Peyama Işqê

Peyama Işqê beşa 1

Bê guman dengê herî bilind di dîwana kilasîkên me da dengê 'eşqê ye, û di dîroka edebîyata Kurdî de dîwana herî navdar dîwana Melayê Cizîrî ye. Dema Melayê Cizîrî, Peyama Işqê (Aşk Mektupları) bi riya dîwana xwe digîhine me, bê guman ew peyam zelaltir û bi hêztir dibe. Klasîkên Edebiyata Kurdî di bin ronahiya Dîwana Melayê Cizîrî de yek û yek tên nasandin û şîrovekirin. Bernameya Peyama Işqê (Aşk Mektupları) bi pêşkêşvaniya Muhammet Ateş û bi nirxandinên Nivîskar û Mamosta Tehsîn İbrahim Doskî, li ser ekrana TRTKURDî'yê bû. Melayê Cizîrî kî bû û jiyana wî çawa bû? Zemanê Melayê Cizîrî ji hêla rewşenbîrî û civakî û ilmî ve çawa bû û peywendîya wî bi helbestvanên din re çi bû? Çima dengê eşqê di dîwanên me yên kilasîk de ewqas bihêz e? Îro çi giringîya eşqê di jîyana me da heye? Gelek edîb û zanayên me di berhemên xwe da qala evînê dikin û qaîdeyên eşqê nîşanê me didin. Çima em Mela, li pêşîya wan digrin, û wî wek hostayê eşqê qebûl dikin? Helbesta (ey nesîmê seherê) bi kurtî behsa çê dike û xusîsiyeta wê çîye? Mîr Îmadeddînê Hekarî kî ye û berhemên wî kîjan in û serpêhatiya wî...? Di vê beşê de ev xusisiyet hatin axaftin.