Li gundê Bafawa yê Navçeya Ömerli'ya Mardin'ê, herkes wî bi navê Elî Çawîş nas dike. Di nasnamê de navê wî Ali Turgay e. Temenê wî 105 e û hîn jî li ser xwe ye. Çîrok û serpêhatiyên Elî Çawîş bi piranî li ser leşkerîyê ne. Wî, 4 salan wek çawîş leşkeriyê kiriye û her kêlîyek leşkeriya wî hêj di hişê wî de teze ye. Elî Çawîş, nêçirvaniyê jî kiriye bi taybetî nêçîra kîvroşk û ya kewên gozel. Jiyana Ali Turgay, bi dîmenên nûwaze û bi sohbeteke xweş di Wext Çawa Derbas Bû (Ömür Nasıl Geçti)'yê de hat ser ekrana TRTKURDî'yê.