Di bernameya Rûbar de nirxên çandeyî ji temaşevanan re tên parvekirin. Mirovên xwedan tecrûbe û zana agahiyên derbarê çanda Kurdî de bi me re parve dikin. Em di vê beşê de li gundê Derya yê Şemdinli’ya Hakkari’yê bûn. Me ji bo temaşevanên xwe bi berfirehî dawet û kevneşopiya gund anî ser ekranê.