Di bernameya Rûbar (Nehir) de nirxên çandeyî ji temaşevanan re tên parvekirin. Mirovên xwedan tecrûbe û zana agahiyên derbarê çanda Kurdî de bi me re parve dikin. Di vê beşe de em bûn mêvanê gundê Kertinis yê Yüksekova’ya Hakkari’yê. Dengbêj Selahattin Arslan û kevneşopiya gund mijara vê beşê bû.