Peyama Işqê

Peyama Işqê beşa 8

Bê guman dengê herî bilind di dîwana kilasîkên me da dengê 'eşqê ye, û di dîroka edebîyata Kurdî de dîwana herî navdar dîwana Melayê Cizîrî ye. Dema Melayê Cizîrî, Peyama Işqê (Aşk Mektupları) bi riya dîwana xwe digîhine me, bê guman ew peyam zelaltir û bi hêztir dibe. Klasîkên Edebiyata Kurdî di bin ronahiya Dîwana Melayê Cizîrî de yek û yek tên nasandin û şîrovekirin. Bernameya Peyama Işqê (Aşk Mektupları) bi pêşkêşvaniya Muhammet Ateş û bi nirxandinên Nivîskar û Mamosta Tehsîn İbrahim Doskî, li ser ekrana TRTKURDî'yê bû. Di vê beşê de têgehên mey, meyxane û saqiyê û helbestvanê Edebiyata Klasîk ya Kurdî Mihrî hat nirxandin.