Hêvî

Hêvî beşa 3

Ev helwesta Evînê ya li ber derî dibe sedema ku di rojên pêş de têkiliyên Cemîl û Melekê yên paşerojê deşîfre bibe. Helbet Melekê aciz dibe ku hergav bi malbata Cemîl re rûbirû bibe û vê nerazîbûna xwe gelek caran ji Dorayê re dibêje. Di wê dema ku Cemîl û malbata xwe hewil didin adepteyî welatê xwe bibin de belayeke di derdikeve pêşberî wan û navê wê belayê jî Ebûzer e. Ebûzer hevalê Yekta ye û ji bo lêgerîna xizne û defîneyan hatiye Mêrdînê. Gelo serê Cemîl û Yekta dê ji ber Ebûzer têkeve kîjan belayan? Zarokekî din heye ku navê wî Emer e û li cem Feqî dest bi kar dike. Emer çima ne li cem dê û bavê xwe ye? Doraya ku mêrê wê keça wê ya pênc salî revand û bir, piştî bi salan bi rêya teknolojiyê dê Dora keça xwe peyde bike, lê keça wê dê çi helwestê li hemberî wî werbigire? Û Rifet heye helbet. Rifet merivê Melekê ye û qahwexaneya wî heye. Rifet tîpolojikekî fêtbaz yê civata kurd e, her pîsî û fisgenîtî ji bin wî derdikevin. Ji ber deyhnê çayê televîzyona mêrik ji mala wî derdixe. Bi dostanî Bayramê hevalê Cemîl dide anîn û li kefeya xwe dide rûniştandin, dû re jî lêdixe. Gelo Cemîl û Yekta dê çi bi Bayram bikin. Gelo di xerakirina têkiliyên Melek û Cemîl de tiliya Rifet çi bû?