Hêvî

Hêvî beşa 1

Cemîl mamosteyekî teqawîd e, jina wî Evîn jî mîna wî mamosteya teqawîd e. Ji Îsenbûlê vedigerin welatê xwe ku emrê xwe yê mayî li vê derê derbas bikin. Du zarokên wan jî hene, kurê wan Yekta bi muzîkê re mijûl dibe û keça wan Aysel jî lîse qedandiye û haziriya unîversîteyê dike. Hatina Cemîl ya piştî salan ku nas û dostên wî lê rast tên û dipirsin bê kurê wî çi karî dike, fedî dike bêje muzîsiyen e, ji dêvla wê dibêje muezîn e, lê di eslê xwe de kurê wî rojekê jî limêj nekiriye û destmêj jî negirtiye. Bi tenê endîşeyeke Cemîl heye, hezkiriya wî ya berî bi salan li vî bajarî ye ku navê wê Melek e. Melek ji terefê malabatê ve bi yekî yextiyar re hatiye zewicandin û bi navê Nerîman keçeke wê heye. Piştî hewildayike bi sala ku Melek û keça xwe kafeyekê vedikin û karê wan dikeve rêya xwe, hatina Cemîl û malbata wî dê çi tesîrê li wan bike? Cemîl û Melek ê dê rûbirû bibin? Keça Melekê ku çav berdaye Yekta dê bigêje armanca xwe? Dora ku bi eslê xwe suryanî ye heval û sirdaşa Melekê ya herî nêzîk e, dikana wê ya morîk û diyariyan heye. Cemîl û Melek di encama tesadufekê de li kefeya Melekê rûbirû dimînin, geleo Cemîl ê pê re bipeyive? Çawa be jin û zarokên wî hene.