Dema Fitarê

Dema Fitarê

Dema Fitarê (İftar Vakti) îsal ji warê Pêxemberan ji mizgefta Xelîlul Rehman ji Gola Masiyan dibe mêvanê mala we. Xêr û bereketa Meha Remezanê her roj bi mijarên cûda bi sohbeta alîm û seydayan em ê bi we re bin. Ligel van sohbetan qesîde û beytên mewlidxan û qesîdevanan jîşahiya rojiyê zêdetir dike. Wekî din di ''Dema Fitarê'' de ji çar aliyê welêt bi giradanên zindî fazîleta rojiyê bi gel re tê ihyakirin. Pênc rojên dawiya Remezanê em ê ji Heskêfê bin. Dema Fitarê bi pêşkêşvaniya Hüseyin Eker di Remezanê de her roj di 17:45an de dê bi we re be.