Sebra Malan

Sebra Malan

Sebra Malan sîtkomek e ku li ser ekrana TRT KURDÎyê tê weşandin.
mijara bernameyê lihevnekirina gundî û bajariyan û cîrantiya di apartmanan de ye. Ev bernameyek wisa ye ku temaşevanan car caran difikirîne û car caran jî bi qerf û henekan dikenînin, demên xweş bi wan dide derbaskirin.

Çîroka vê rêzefîlmê li ser du malbatan e ku ji aliyê çand û adetên jiyanê ve ji hev gelekî cuda tên xuyakirin; lêbelê bi saya reqabeta di navbera wan de ku kenê bîneran tê, mirov fehm dike her du malbat ji hev ne cuda ne. Bi navê Firat û Sînem du ciwanên van du malbatan hene. Her du ciwan jî serkeftî ne ku yek qeşenq e yek jî bedew e. Ji ber ku ew nifşên cuda ne, li pêşiya ciwanan gelek tişt hene û ew bi van astengan mijûl dibin.
 

Wexta Wesanê:

listikvan: