Berekata Paşîvê

Berekata Paşîvê

Em bi hatina te kêfxweş bi çûna te xemgîn. Em yanzdeh meh li benda rehmet û bereketa te ne. Paşîv destpêka rojiyê mizginiya meha pîroz e. Paşîv bereket e.  Bereketa Paşîvê îsal panzdeh rojên ewil ji medreseya sor li warê ilm û irfanê ji bajarek qedîm li Cêzirê mêvanê mala we ye. Panzdeh rojên din jî ji Medreseya Qasimiye ji warê çanda qedîm  li Mardînê em ê pêşberê we bin. Digel van sohbetan qesîde û beytên mewlidxan û qesîdevanan jî şahiya rojiyê wê zêdetir bike. Wekî din di bereketa paşîvê de ji çar aliyê welêt bi girêdanên zindî fazîlet û bereketa paşîvê bi gel re wê bê ihyakirin. Xêr û bereketa meha remezanê bi pêşkêşvaniya Muhammet ATEŞ her şev bi mijarên cûda bi sohbeta alîm û seydayan re saet di 01:30an de li ser ekrana TRT KURDÎ’yê ye…