Seyda

Seyda

Çanda medreseyan careke din li ser ekranên TRT Kurdiyê de geş dibe. Bernameya “Seyda” roja Înê saet di 22.15an de bi pêşkêşvaniya Akademîsyen Rıfat Ablay tê ser ekranên TRT Kurdiyê. Çanda medreseyan a ku li herêmê xwedî paşerojeke kevin e hêj li hin cihan didome...

Di bernameyê de, mamosteyên ku wek “ Seyda” û xwendekarên ku wek “ Feqî” tên bi navkirin dê careke din werin ser ekranan. Di nav civaka kurdan de, Saziyên Medrese û Seydayan xwedî rûmeteke girîng in. Seydayên ku di nav gel de bi jiyeneke nefspiçûk dijîn, naxwazin derkevin bername û televîzyonan.

Lê bi vê bernameyê Seyda dê dengê xwe bigîhinin gelek kesan. Gel ji Seydayan re rêzê digire û wek rûspiyan dinirxîne. Di bernameya “Seyda” de jiyana wan dê bi hevpeyvînan bê ser ekranê. Herwiha Seydayên ku beşdarî bernameyan bûn jî dê li ser pirsgirêkên civak û Cîhanê, meseleyên kesayetî, biratî, aştî û bihevrebûnê û çanda hevpar  bisekinin û van mijaran binirxînin.

Seyda

Doğu ve güneydoğuda var olan medrese kültürünü anlatan programda, bu kurumların önemine değinilmektedir. Her bir bölümünde farklı bir medresenin yapısı, işleyişi ve eğitim modeli tanıtılmaktadır. Ayrıca yüzyıllardır medrese geleneğinin varlığını nasıl sürdürebildikleri anlatılmaktadır. 

 

Wexta Wesanê: Pêncşem 23.00