Koro Kurdî

Koro Kurdî

Qaweta Pêkheviya Muzîkê

Anadolu warê dewlemendiyêye. Di axa wê de bereket, di hewaya wê de jiyan, di çanda wê de mirovahî heye. Çanda wê çanda parvekirinêye. Mêvan perwer e, deriyê wê her dem vekiriye, cî li ser sifra wê ji bo her kesekî heye. Ne tenê xwarina xwe, hezkirinên xwe, xewn û xeyalên xwe, şîn û şahiyên xwe, muzîka xwe jî parve dike.

Ev adetên xweş ji heyamên qedîm tên. Şopa gelek şarezayiyan li ser van adetan heye. Bermayiyên Anadoluyê ku bûye deryaya çandê, bi şarezabûn û jîrbûna TRTyê gihiştiye roja me. Stran, şerqî, kilam, zêmar di nav hev de hatiye hûnandin û bi hev re hatiye gotin.
Kîjan nota ji ku tê, kîjan gotin aîdî kê ye, kîjan meqem aîdî kîjan herêmê ye, ev pirs di welatê me de ji zû de ye mahneya xwe wenda kiriye. Ev ax aîdî me hemiyan e, ji ber wê muzîk jî aîdî me ye û deriyê xwe yê cîhanî vekiriye û bûye mîrasa hemi cîhanê.

TRT, bi destxistinên çandî ku ev pêncî sal e bi rêya telewizyonê berdewam e û di salên bihurî de bi rêya radyoyê bûye bîr û hişê Anadoluyê. Stran, kilam, şerqî, zêmar di cihê ku hatiye gotin de qeyd kirine, bi rêya hosteyan di studyoyan de hatiye gotin û bûye qîmet û rûmeta welatê me.

Di binesaziyaTRTyê de gelek hunermendên deng, hosteyên enstrumanan, mamosteyên muzîkê û qoro heye.  Ji ber wê deriyê xwe ji her muzîkê re, ji her dengî re vekiriye û bûye xwediyê malê.  Ev heft sal e jî,  bûye xwediyê mala muzîka Kurdî.
Gelek hunermend di bernameyên TRTyê de, muzîka Kurdî îcra kirine. Bi hezaran qeyda dengan, bi deh hezaran eser di arşîva TRTyê de cî girtiye. Qanala TRTyê ya seranser bi Kurdî, TRT KURDÎ ji bo Kurdî û muzîka Kurdî hewl daye û bi vî awayî projeya KORO KURDÎ destpêkiriye.

ÇÎROKA KORO KURDÎ

KORO KURDÎ xebata yekemîn ya di vî warî de ye. Bi ruhekî amator lê bi komek e profesyonel û di karê xwe de jîr destpê kiriye. Çîroka KORO KURDÎ jî ev e: “Juriya ku ji muzîkjenên hoste pêk tê,  li heft bajarên Türkiyeyê  kesen ku ji dengê xwe bawer û xwedî qabîliyet guhdarî kir. Di hilbijartinên Gaziantep, Adana, Şanlıurfa, Mardin, Diyarbakır û Van’ê de bi hezaran mirov serî li projeyê xist. Juriya pêşîn pêncî kes eciband û di 17 Gulanê de li İstanbulê ew kes ji bo ecibandinê dîsa hatin guhdarî kirin. Piştî ecibandin û hilbijartina li İstanbulê şefên hoste û di karê muzîkê de jîr, qorîstên ku wê di KORO KURDÎ de cî bigrin ecibandin. Qorîst ji deh jin û deh mêran pêk tê.  Bi vî awayî şiklê dawî dan KORO KURDÎ. Piştî wê şefên koro ew kesên ku hatine hilbijartin li İstanbulê perwerde kirin.  KORO KURDÎ di pênc mehan de hat perwerde kirin û ji bo derketina sahnê amede bûn.”
 

Wexta Wesanê: Şemî - Yekşem 21.00