Ji Min Re Çîrokekê Bêje

Ji Min Re Çîrokekê Bêje

Di binhişê her civakê de çîrok hene. Me hemûyan ji mezinên xwe û der dora xwe çîrok gûhdar kirine û bi vî awayî em mezin bûne. Di bin wan çîrokan de ku di zarokatiya me de ji bo kêfê ji me re dihatin vegotin, hin sir û rastiyên jiyanê hene. Ew kesên ku berê gund bi gund digeriyan û çîrok digotin niha nema ne. Ji bo vê jî em gund bi gund li wan kesan digerin yên ku çîrokan dibêjin. Dema em digerin, him em dixwazin ew çîrok dîsa bên bîra me him jî em dixwazin em xwe di nav kûrahiya wan çîrokan de careke din bibînin.

Her çiqas televizyon, înternet û kompîtur nîmeta heyama me bin û di her karî de alîkarê me bin jî, hin nirxên me bi hêsanî bi me didin jibîrkirin. Dema hal wisa be, ji dêvla ku zarok li malê li çîrok û efsaneyan guhdarî bikin, zarok li malê rojê 24 saetan bi hin lîstok û bernameyan mijûl dibin ku di nav xwe de tundiyê dihewînin . Me jî xwest ku em çîrokên ku hewceye zarok ji kal û pîrên xwe guhdarî bikin, ji me guhdarî bikin û qet nebe ji bo kêliyekî bibişirin. Her wiha çîrokên me ji bo wan kesan e ku dema zarok bûn van çîrokan ji bav û kalên xwe guhdarî kirine. 

Wexta Wesanê: Şemî 20.15